Surah Aal-E-Imran Ayahs #159 Translated in Kurdish
إِنَّ الَّذِينَ تَوَلَّوْا مِنْكُمْ يَوْمَ الْتَقَى الْجَمْعَانِ إِنَّمَا اسْتَزَلَّهُمُ الشَّيْطَانُ بِبَعْضِ مَا كَسَبُوا ۖ وَلَقَدْ عَفَا اللَّهُ عَنْهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ حَلِيمٌ
Bi rastî ewanê ku di roya herdu komên neyar rastî hev hatine, hûn hîştine para da revîyane, hene! Bi sedema hinek kedên ku ewan kiribûne, pelîd pê wan şimitandiye, ewan ji rêya rast derxistiye. (Îdî ji piştî poşmanîya wan) bi rastî Yezdan ewan baxişandine. Bi rastî Yezdan baxişkarê mulahîm e
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَكُونُوا كَالَّذِينَ كَفَرُوا وَقَالُوا لِإِخْوَانِهِمْ إِذَا ضَرَبُوا فِي الْأَرْضِ أَوْ كَانُوا غُزًّى لَوْ كَانُوا عِنْدَنَا مَا مَاتُوا وَمَا قُتِلُوا لِيَجْعَلَ اللَّهُ ذَٰلِكَ حَسْرَةً فِي قُلُوبِهِمْ ۗ وَاللَّهُ يُحْيِي وَيُمِيتُ ۗ وَاللَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ
Gelî ewanê ku we bawer kiriye! Hûn jî wekî wan fileyên, ku ji bona birayên xweyên; gava di rêkî da çûbûnan, ya jî çûbûna qirînê, bi hatina kuştinê, ya jî bimiranan (aha) gotine: “Heke ewan li bal me bûnan, îdî ewan ne dimirîn û ne jî dihatin kuştinê” nebêjin. Yezdan ji bona ku di dilê wan da bixe kul û kovan, evê gotine hanê ewan dibêjin. Bi rastî Yezdan bi xweber e; dijît û dimirîne. Şixwa Yezdan bi xweber jî tişta hûn dikin, dibîne
وَلَئِنْ قُتِلْتُمْ فِي سَبِيلِ اللَّهِ أَوْ مُتُّمْ لَمَغْفِرَةٌ مِنَ اللَّهِ وَرَحْمَةٌ خَيْرٌ مِمَّا يَجْمَعُونَ
Û bi rastî heke hûn di rêya Yezdan da bêne kuştinê, ya jî bimirin (ji bona we ra) ewa baxişandina ji Yezdan û dilovanîye wî, ji wan tiştên (ku ewan di jîna cîhanê da) dicivînin, çêtir e
وَلَئِنْ مُتُّمْ أَوْ قُتِلْتُمْ لَإِلَى اللَّهِ تُحْشَرُونَ
Bi sond! Heke hûn bimirin, ya jî bêne kuştinê hûnê hey li bal Yezdan da bêne civandinê
فَبِمَا رَحْمَةٍ مِنَ اللَّهِ لِنْتَ لَهُمْ ۖ وَلَوْ كُنْتَ فَظًّا غَلِيظَ الْقَلْبِ لَانْفَضُّوا مِنْ حَوْلِكَ ۖ فَاعْفُ عَنْهُمْ وَاسْتَغْفِرْ لَهُمْ وَشَاوِرْهُمْ فِي الْأَمْرِ ۖ فَإِذَا عَزَمْتَ فَتَوَكَّلْ عَلَى اللَّهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ يُحِبُّ الْمُتَوَكِّلِينَ
Bi sedema dilovanîya ji Yezdan (ku dabû te) îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan ra nerm bûyî. Û heke (Muhemmed! Tu merivekî dil) hişk bibûyaî, ewanê ji dora te biherikîyan (biçûnan). Îdî tu ewan (sikatîne wan) bibaxişîne û tu ji bona (baxişandina) gunehên wan lava bike. Û tu di bûyeran da, bi wan ra biponije (muşawere bike). Lê di gava te cada tiştekî kir, îdî tu xwe hispêre Yezdan. Bi rastî Yezdan ji histpêrekan hez dike
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba
