Quran Apps in many lanuages:

Surah Aal-E-Imran Ayahs #49 Translated in Kurdish

إِذْ قَالَتِ الْمَلَائِكَةُ يَا مَرْيَمُ إِنَّ اللَّهَ يُبَشِّرُكِ بِكَلِمَةٍ مِنْهُ اسْمُهُ الْمَسِيحُ عِيسَى ابْنُ مَرْيَمَ وَجِيهًا فِي الدُّنْيَا وَالْآخِرَةِ وَمِنَ الْمُقَرَّبِينَ
Di gavekî da firiştan (aha) gotibûne: “Meryem! Bi rastî Yezdan te bi peyvek e ji xwe dide mizgîndanê. Navê wî Îsa Mesîhê kurê Meryemê ye. Ewa di cihan û di dan û gavê para da jî, pir bi rû ye. Ewa ji wanê nezîkê (Yez- dan) e
وَيُكَلِّمُ النَّاسَ فِي الْمَهْدِ وَكَهْلًا وَمِنَ الصَّالِحِينَ
Û ewa bi merivan ra, di çincîl û di kalitîya xwe da jî, axiftinê dike, ewa ji aştîkaran e
قَالَتْ رَبِّ أَنَّىٰ يَكُونُ لِي وَلَدٌ وَلَمْ يَمْسَسْنِي بَشَرٌ ۖ قَالَ كَذَٰلِكِ اللَّهُ يَخْلُقُ مَا يَشَاءُ ۚ إِذَا قَضَىٰ أَمْرًا فَإِنَّمَا يَقُولُ لَهُ كُنْ فَيَكُونُ
Meryemê, bi lavatî gotîye: “Xwedayê min! Ka, wê ça ji bona min ra zarê bibe? Ji merivan destê tu kesekî bi min ne ketîye.” (Yezdan ji bona Meryemê ra) gotiye: “Gotina te ye, lê Yezdan ça bivê wusa diafirîne.” Di gava (Yezdan bûyerekî) biqedîne ji bona we ra dibêje: “Bibe." Îdî ewa jî dibe
وَيُعَلِّمُهُ الْكِتَابَ وَالْحِكْمَةَ وَالتَّوْرَاةَ وَالْإِنْجِيلَ
Û Yezdan ewî hînê nivîsandin û zanîna retkokî û (hînê) xwendina Tewrat û Încîlê jî dike
وَرَسُولًا إِلَىٰ بَنِي إِسْرَائِيلَ أَنِّي قَدْ جِئْتُكُمْ بِآيَةٍ مِنْ رَبِّكُمْ ۖ أَنِّي أَخْلُقُ لَكُمْ مِنَ الطِّينِ كَهَيْئَةِ الطَّيْرِ فَأَنْفُخُ فِيهِ فَيَكُونُ طَيْرًا بِإِذْنِ اللَّهِ ۖ وَأُبْرِئُ الْأَكْمَهَ وَالْأَبْرَصَ وَأُحْيِي الْمَوْتَىٰ بِإِذْنِ اللَّهِ ۖ وَأُنَبِّئُكُمْ بِمَا تَأْكُلُونَ وَمَا تَدَّخِرُونَ فِي بُيُوتِكُمْ ۚ إِنَّ فِي ذَٰلِكَ لَآيَةً لَكُمْ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Û Yezdan ewa bi pêxemberî li bal zarên cihûyan da şandîye, ji bo ku ji wan cihûyan ra (aha) bêje: “Gelî zarên cihûyan! Bi sond! Ez bi beratenê ji Xwedayê we li bal we da bi pêxemberî hatime şandinê. Ezê ji bona we ra ji heryê tokelêkî wekî tokela çûkan çê bikim, îdî ezê pufê wê tokelê bikim, ewayê bi destûra Yezdan bibe çûk. Û ez korên zikmakî û belekan bi mafêtî qenc dikim û ez mirêya bi destûra Yezdan, zinde dikim. Û hûn di mala xwe da çi bixun û çizimhêr bikin, ezê ji bona we ra bêjim. Bi rastî heke hûn bawer dikin,di van da berateyên mezin ji bona we ra hene

Choose other languages: