Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Ankabut Translated in Kurdish

الم
M. (Arşa van tîpên ji hevçûî hey Yezdan dizane)
أَحَسِبَ النَّاسُ أَنْ يُتْرَكُوا أَنْ يَقُولُوا آمَنَّا وَهُمْ لَا يُفْتَنُونَ
Qey meriv guman dikin, ku bêjin: "Me bawer kir" qe neyêne ceribandinê, dest ji wan bê berdanê
وَلَقَدْ فَتَنَّا الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۖ فَلَيَعْلَمَنَّ اللَّهُ الَّذِينَ صَدَقُوا وَلَيَعْلَمَنَّ الْكَاذِبِينَ
Bi sond! Ewanê berya wan da borîne hene! Îdî bi rastî ji bo ku em bi rastgo û virekê wan bizanin, me ewan jî ceribandine
أَمْ حَسِبَ الَّذِينَ يَعْمَلُونَ السَّيِّئَاتِ أَنْ يَسْبِقُونَا ۚ سَاءَ مَا يَحْكُمُونَ
Qey ewanê ku sikatîyan dikin, guman dikin wê ji me biborin, îdî (em nikaribin ji wan ra şapatan bidin)? Berawanîya ku ewan dikin çiqa sik e
مَنْ كَانَ يَرْجُو لِقَاءَ اللَّهِ فَإِنَّ أَجَلَ اللَّهِ لَآتٍ ۚ وَهُوَ السَّمِيعُ الْعَلِيمُ
Kîjan gumana hatina bal Yezdan da bike, îdî bi rastî danê gîhîjtina Yezdan tê. Şixwa ewa bi xweber jî bihîstekê pir zana ye
وَمَنْ جَاهَدَ فَإِنَّمَا يُجَاهِدُ لِنَفْسِهِ ۚ إِنَّ اللَّهَ لَغَنِيٌّ عَنِ الْعَالَمِينَ
Kîjan (di rêya Yezdan da ji bona xwaşîya canê xwe) tekoşînê bike, şixwe ewa ji bona xwe ra tekoşînê dike. Loma bi rastî Yezdan ji hemî cîhanê bê perwa ye
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُكَفِّرَنَّ عَنْهُمْ سَيِّئَاتِهِمْ وَلَنَجْزِيَنَّهُمْ أَحْسَنَ الَّذِي كَانُوا يَعْمَلُونَ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê sikatîyên wan rakin ji wî tiştê, ku ewan dikiribûne, hêj rindtir xelata wan bidin
وَوَصَّيْنَا الْإِنْسَانَ بِوَالِدَيْهِ حُسْنًا ۖ وَإِنْ جَاهَدَاكَ لِتُشْرِكَ بِي مَا لَيْسَ لَكَ بِهِ عِلْمٌ فَلَا تُطِعْهُمَا ۚ إِلَيَّ مَرْجِعُكُمْ فَأُنَبِّئُكُمْ بِمَا كُنْتُمْ تَعْمَلُونَ
Me meriv şîret kirine, ku bi da û bavê xwe ra qencîyan bikin. Heke dê û bav tekoşînê bikin bi te ra: Ji bo ku tu ji min ra tiştê qe zanîna te bi wî tune ye. Bixî hevrî, îdî tu bi gotina wan neke.loma para hatina we hemû li bal min da ne, îdî ji piştî gava hatine bal min, tişta we kiribû, ezê ji bona we ra bêjim
وَالَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ لَنُدْخِلَنَّهُمْ فِي الصَّالِحِينَ
Ewanê bawer kirine û karê aştî kirine hene! Emê ewan bixne nava aştîkaran
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ آمَنَّا بِاللَّهِ فَإِذَا أُوذِيَ فِي اللَّهِ جَعَلَ فِتْنَةَ النَّاسِ كَعَذَابِ اللَّهِ وَلَئِنْ جَاءَ نَصْرٌ مِنْ رَبِّكَ لَيَقُولُنَّ إِنَّا كُنَّا مَعَكُمْ ۚ أَوَلَيْسَ اللَّهُ بِأَعْلَمَ بِمَا فِي صُدُورِ الْعَالَمِينَ
Hinek ji kesan hene, dibêjin: "Me bi Yezdan bawer kirîye" îdî ji piştî ku di rêya Yezdan da tê cefadanê wusa dibe, cefadana merivan wekî şapata Yezdan digire. Heke arîkareyek ji Xudayê te (ji bona we ra) hatibe, ewan (aha) dibêjin, "Bi sond! Em jî bi we ra bûn," tu dibê qey Yezdan bi wan tiştê di singê hemî kesan da heye, ji wan çêtir nizane
Load More