Surah Al-Baqara Translated in Kurdish

الم

M. (Ji van tîpne di serê ferkeran da hatêne, tîpne ji hevçûyî tê gotine:Arşa wan e rastî hey Yezdan dizane)
ذَٰلِكَ الْكِتَابُ لَا رَيْبَ ۛ فِيهِ ۛ هُدًى لِلْمُتَّقِينَ

Eva pirtûka hanê, tu dudilî têda tune ye, ku ji Yezdan hatîye hinartinê. Bi xweber jî bê dudilî beled e ji bona xudaparisan
الَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِالْغَيْبِ وَيُقِيمُونَ الصَّلَاةَ وَمِمَّا رَزَقْنَاهُمْ يُنْفِقُونَ

Xudaparis ew in, ku bi heyîne ne berçavî bawer dikin (Ça mafê hebona wan bi xwaberê jî). Û xudaparis, nimêja xwe dikin û ji wan tiştne, ku me ji wan ra xistîye rûzînî li hewcan disixurînin
وَالَّذِينَ يُؤْمِنُونَ بِمَا أُنْزِلَ إِلَيْكَ وَمَا أُنْزِلَ مِنْ قَبْلِكَ وَبِالْآخِرَةِ هُمْ يُوقِنُونَ

Û ew in (Muhemmed!) ku bi wan biryarne li bal te da hatine hînartin û bi wan pirtûk û biryame, ku di berya te da jî hatine hînartinê bawer dikin û ewan (xudaparis in) ku di nêzîk da bi ro (û danê dawyê da) bi xweber bawer dikin
أُولَٰئِكَ عَلَىٰ هُدًى مِنْ رَبِّهِمْ ۖ وَأُولَٰئِكَ هُمُ الْمُفْلِحُونَ

Ewa beledîya, ku ji Xudayê wan ji bona wan ra hatîye, evan li ser wê beledîyê ne û ewanê (ji aşîtan) fereste bûne (û gehîjtine armançne xwe) hey evanan in
إِنَّ الَّذِينَ كَفَرُوا سَوَاءٌ عَلَيْهِمْ أَأَنْذَرْتَهُمْ أَمْ لَمْ تُنْذِرْهُمْ لَا يُؤْمِنُونَ

Bi rastî ewanê bûne filehene! Tu çi ewan (bi şapatan) bidî tirsandinê û çi (ewan bi şapatan) nedî tirsandinê, li bal wan yek e: hey ewan bawer nakin
خَتَمَ اللَّهُ عَلَىٰ قُلُوبِهِمْ وَعَلَىٰ سَمْعِهِمْ ۖ وَعَلَىٰ أَبْصَارِهِمْ غِشَاوَةٌ ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ عَظِيمٌ

Yezdan li ser dilê wan û bîhîtina wan duruf kirîye û li ser dîtina wan bi xweber jî xêlî heye û ji bona wan ra şapatek e mezin heye
وَمِنَ النَّاسِ مَنْ يَقُولُ آمَنَّا بِاللَّهِ وَبِالْيَوْمِ الْآخِرِ وَمَا هُمْ بِمُؤْمِنِينَ

Û ji kesan hinek hene, ku dibêjin: Me bi Yezdan û bi ro û danê dawyê bawer kiriye. Ewan bi xweber jî qe bawer ne kirine
يُخَادِعُونَ اللَّهَ وَالَّذِينَ آمَنُوا وَمَا يَخْدَعُونَ إِلَّا أَنْفُسَهُمْ وَمَا يَشْعُرُونَ

Ewanan, Yezdan û ewanê ku bawer kirine dixapînin; (gotina wan nîne) lê ewanan hey xwe, bi xweber dixapînin û ewan bi xapandina xwe jî aga nabin
فِي قُلُوبِهِمْ مَرَضٌ فَزَادَهُمُ اللَّهُ مَرَضًا ۖ وَلَهُمْ عَذَابٌ أَلِيمٌ بِمَا كَانُوا يَكْذِبُونَ

Di dilê wan da nexweşî heye, îdî Yezdan nexweşîya wan bi nexwaşî pir kirîye. Û ji bona wan ra bi sedema wan derewne, ku ewan dikiribûne; şapatek e dilsoz heye
Load More