Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayah #187 Translated in Kurdish

أُحِلَّ لَكُمْ لَيْلَةَ الصِّيَامِ الرَّفَثُ إِلَىٰ نِسَائِكُمْ ۚ هُنَّ لِبَاسٌ لَكُمْ وَأَنْتُمْ لِبَاسٌ لَهُنَّ ۗ عَلِمَ اللَّهُ أَنَّكُمْ كُنْتُمْ تَخْتَانُونَ أَنْفُسَكُمْ فَتَابَ عَلَيْكُمْ وَعَفَا عَنْكُمْ ۖ فَالْآنَ بَاشِرُوهُنَّ وَابْتَغُوا مَا كَتَبَ اللَّهُ لَكُمْ ۚ وَكُلُوا وَاشْرَبُوا حَتَّىٰ يَتَبَيَّنَ لَكُمُ الْخَيْطُ الْأَبْيَضُ مِنَ الْخَيْطِ الْأَسْوَدِ مِنَ الْفَجْرِ ۖ ثُمَّ أَتِمُّوا الصِّيَامَ إِلَى اللَّيْلِ ۚ وَلَا تُبَاشِرُوهُنَّ وَأَنْتُمْ عَاكِفُونَ فِي الْمَسَاجِدِ ۗ تِلْكَ حُدُودُ اللَّهِ فَلَا تَقْرَبُوهَا ۗ كَذَٰلِكَ يُبَيِّنُ اللَّهُ آيَاتِهِ لِلنَّاسِ لَعَلَّهُمْ يَتَّقُونَ
Ji bona we ra di şewê meha rojîyê da çûna we li bal (nivîna) jina we, durist bûye, ewan jinan ji bona we ra kinc in, ça hûn jî ji bona wan jinan ra kinc in. (Hûn ji hev ra kinc in, ji ber ku hûn hev ji sikariyan diparisînin). Yezdan dizanîya ku hûn bi xwe nikarin ji ber vî qasî Yezdan hûn baxişandin û poşmanîya we ji gunehan litê kirîye. Îdî di naha da hûn dikarin herne nivîna wan jinne xwe (di şevê meha rojîyê da) û hûn ji Yezdan ewa tişta, ku Yezdan ji bona we ra bi pîvayî nivîsîye bixwazin. Û hûn heya tayê sipî ji tayê reş (ku jê ra segura sibê dibêjin) ji bona we ra diyar be bixun û vexun û hûn ji piştî vî danî, rojîya xwe heya şevê pêk bînin. Û heke hûn di mizgevtan da ji bona perestîyê rawestîyabin, îdî hûn neçine nivîna wan jinan. (Di meha rojîye da, nemaze di dehê rojîyê para da di mizgevtan da bi rojî meriv rûtênin, perestî dikin). Evanan biryarne Yezdan in, îdî hûn nêzîkê wan nebin. Bi vî awayî Yezdan biryarne xwe ji bona merivan ra vedike. Bi rastî dibe ku ewan merivan parisî bikin

Choose other languages: