Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayah #275 Translated in Kurdish

الَّذِينَ يَأْكُلُونَ الرِّبَا لَا يَقُومُونَ إِلَّا كَمَا يَقُومُ الَّذِي يَتَخَبَّطُهُ الشَّيْطَانُ مِنَ الْمَسِّ ۚ ذَٰلِكَ بِأَنَّهُمْ قَالُوا إِنَّمَا الْبَيْعُ مِثْلُ الرِّبَا ۗ وَأَحَلَّ اللَّهُ الْبَيْعَ وَحَرَّمَ الرِّبَا ۚ فَمَنْ جَاءَهُ مَوْعِظَةٌ مِنْ رَبِّهِ فَانْتَهَىٰ فَلَهُ مَا سَلَفَ وَأَمْرُهُ إِلَى اللَّهِ ۖ وَمَنْ عَادَ فَأُولَٰئِكَ أَصْحَابُ النَّارِ ۖ هُمْ فِيهَا خَالِدُونَ
Ewan merivne serparan (riba) dixun, hene! Ewan radibin, tu dibê qey tepa dikebin, wekî ça merivê ji ber lêdana pelîdan radibin û dikebin, ewan jî wusa dibin. Eva (şapata hanê) ji ber ku ewan digotibûne: “Serpar jî wekî kirîn û firotinê ye (herduk jî ji bona merivan ra durist e). Lê Yezdan, kirîn û firotin durist kirîye û guhartina (malan) bi serdaparî durist ne kirîye.” Îdî kîjan merivê, ku ji Xudayê ku ji bona wî ra şîretek hatibe, ewa jî ji guhartina bi serdaparitî poşman bibe, îdî ewan kirinê wîyê hêj di berya vê biryara hanê da kiribûne, ji bona wî ra ne (ewan para da nayêne dayînê, ji bona wî ra dimînin). Û temtêla wî di vê bûyerê da li bal Yezdan e: (Bivê, ewî dibaxişîne, heke bivê, ewî şapat dike). Û kîjan meriv (ji piştî hatina şîretê) dîsa guhartina bi serdapartî bike, îdî bi rastî hevrînê agir evan in. Evan bi xweber jî di agir da her dimînin

Choose other languages: