Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Baqara Ayahs #280 Translated in Kurdish

يَمْحَقُ اللَّهُ الرِّبَا وَيُرْبِي الصَّدَقَاتِ ۗ وَاللَّهُ لَا يُحِبُّ كُلَّ كَفَّارٍ أَثِيمٍ
Yezdan serdaparitîye kêm dike û qencîyan jî (xêran) pir dike. Û Yezdan ji tu fileyî (ku ji bona firotina serdaparitî lec dike) gunehkar hez nake
إِنَّ الَّذِينَ آمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ وَأَقَامُوا الصَّلَاةَ وَآتَوُا الزَّكَاةَ لَهُمْ أَجْرُهُمْ عِنْدَ رَبِّهِمْ وَلَا خَوْفٌ عَلَيْهِمْ وَلَا هُمْ يَحْزَنُونَ
Bi rastî ewan merivne bawer kirine û karê aştî kirine û nimêja xwe kirine û baca malê xwe dane, hene! Ji bona wan ra li bal Xudayê wan kirya wan heye û tirsa (ji şapatan) û murîzaya (ji kêm xelatdanê) li ser wan tune ye
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا اتَّقُوا اللَّهَ وَذَرُوا مَا بَقِيَ مِنَ الرِّبَا إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Gelî ewan merivne, ku we bawer kirîye! Heke we bi rastî bawer kiribe hûn parizaya Yezdan bikin û hûn dest ji fırotina bi serdaparitîya, ku we kirîye (hêj we serpar hil ne daye) berdin
فَإِنْ لَمْ تَفْعَلُوا فَأْذَنُوا بِحَرْبٍ مِنَ اللَّهِ وَرَسُولِهِ ۖ وَإِنْ تُبْتُمْ فَلَكُمْ رُءُوسُ أَمْوَالِكُمْ لَا تَظْلِمُونَ وَلَا تُظْلَمُونَ
Îdî heke hûn wusa nekin, hûn bizanin! Bi rastî eva di hemberê! Yezdan û Pêxemberê wîda qirînek e hûn dikin. Û heke hûn ji wê kirinê poşman bibin, îdî ji bona we ra hey sermayeyê we heye. Bi vî awayî hûn cewr nakin û li we jî neyê cewr kirinê
وَإِنْ كَانَ ذُو عُسْرَةٍ فَنَظِرَةٌ إِلَىٰ مَيْسَرَةٍ ۚ وَأَنْ تَصَدَّقُوا خَيْرٌ لَكُمْ ۖ إِنْ كُنْتُمْ تَعْلَمُونَ
Û heke deyndar destteng be, îdî hûn ji wî ra heya desteê wî firebe, dan bidinê. Şixwa heke hûn deynê wî ji wî ra bi qencî bibaxişînin, heke hûn bizanin bi rastî eva ji bona we ra çêtir e

Choose other languages: