Surah Al-Hajj Ayah #5 Translated in Kurdish
يَا أَيُّهَا النَّاسُ إِنْ كُنْتُمْ فِي رَيْبٍ مِنَ الْبَعْثِ فَإِنَّا خَلَقْنَاكُمْ مِنْ تُرَابٍ ثُمَّ مِنْ نُطْفَةٍ ثُمَّ مِنْ عَلَقَةٍ ثُمَّ مِنْ مُضْغَةٍ مُخَلَّقَةٍ وَغَيْرِ مُخَلَّقَةٍ لِنُبَيِّنَ لَكُمْ ۚ وَنُقِرُّ فِي الْأَرْحَامِ مَا نَشَاءُ إِلَىٰ أَجَلٍ مُسَمًّى ثُمَّ نُخْرِجُكُمْ طِفْلًا ثُمَّ لِتَبْلُغُوا أَشُدَّكُمْ ۖ وَمِنْكُمْ مَنْ يُتَوَفَّىٰ وَمِنْكُمْ مَنْ يُرَدُّ إِلَىٰ أَرْذَلِ الْعُمُرِ لِكَيْلَا يَعْلَمَ مِنْ بَعْدِ عِلْمٍ شَيْئًا ۚ وَتَرَى الْأَرْضَ هَامِدَةً فَإِذَا أَنْزَلْنَا عَلَيْهَا الْمَاءَ اهْتَزَّتْ وَرَبَتْ وَأَنْبَتَتْ مِنْ كُلِّ زَوْجٍ بَهِيجٍ

Gelî kesan! Heke hûn di rabûna ji piştî mirinê da dudil in, îdî hûn (li afirandina xwe ya cara yekem mêze bikin). Loma bi rastî me hûn di cara yekem da ji xwelîyê (bi termî) afirandine, paşê (me hûn ji ava hindikê bin mayî) afirandine; (ava şûna xwe da dimîne: sivikê wê diçe û giranê wê di şûna xwe da dimîne, me hûn ji wê ava hin-dik mayî afirandine). Paşê (me hûn ji wan) zûrîyên, ku di nava wê avê da mabûne (afirandine) û paşe jî ji xerêfka avgoşt (afirandine; ava goşt gava sar dibe, dimeyî dibe xerêfk, zûrî jî gava hev digirin; wekî avgoştê dimeyîn dibine xerêfk). Ji bo ku em (hêza xwe) ji bona we ra dîyar bikin; em (ewê xerêfkê ya pêk) tînin (dane heyîkî dihelin) ya jî ewê (xerêfkê ji malberxka dayîk a wê davêjine) der-va. Tişta em bivên, ku ewî bixne heyî: em ewî di mal-berxka dîya wî da heya danê navdayî dihelin: paşê em we bi zartî (ji malberxka dîya we da) derdixin, paşê (ji bo ku hûn bigêhêjne) sedra xwe (di zanîn û his da, me hûn me-zin kirin) û hinek ji we hene! (ku hêj zar in) dimirin, hi-nek jî ji we hene! Heya danê wusa dimîne, ku (di wî danî da dixurufe) îdî ji piştî zanîna (xwe ya berê) qe tu tiştî nizane. (Hûn ça di van gavan da temtêla xwe diguhurin, wusa jî heyîyên mayî têne guhurandinê) tu dibînî, ku ze-mîn hişk bûye (mirîye) rût maye; îdî gava em avê li ser zemîn da dihênirin, zemîn diricife û gij dibe, ji hemî zone (hêşnaîyan: zone) rind hêşîn dike
Choose other languages:

Albanian

Amharic

Azerbaijani

Bengali

Bosnian

Bulgarian

Burmese

Chinese

Danish

Dutch

English

Farsi

Filipino

French

Fulah

German

Gujarati

Hausa

Hindi

Indonesian

Italian

Japanese

Jawa

Kazakh

Khmer

Korean

Kurdish

Kyrgyz

Malay

Malayalam

Norwegian

Pashto

Persian

Polish

Portuguese

Punjabi

Russian

Sindhi

Sinhalese

Somali

Spanish

Swahili

Swedish

Tajik

Tamil

Tatar

Telugu

Thai

Turkish

Urdu

Uyghur

Uzbek

Vietnamese

Yoruba