Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayahs #115 Translated in Kurdish

وَإِذْ أَوْحَيْتُ إِلَى الْحَوَارِيِّينَ أَنْ آمِنُوا بِي وَبِرَسُولِي قَالُوا آمَنَّا وَاشْهَدْ بِأَنَّنَا مُسْلِمُونَ
Û (bîra xwe bîne) gava me li bal suxtan da niqandibû; ku ewan suxtan bi min û bi pêxemberê min bawer bikin. (Ewan suxtan aha) gotine: “Me bawer kirîye û tu şahid be, ku em bi rastî misilman in.”
إِذْ قَالَ الْحَوَارِيُّونَ يَا عِيسَى ابْنَ مَرْيَمَ هَلْ يَسْتَطِيعُ رَبُّكَ أَنْ يُنَزِّلَ عَلَيْنَا مَائِدَةً مِنَ السَّمَاءِ ۖ قَالَ اتَّقُوا اللَّهَ إِنْ كُنْتُمْ مُؤْمِنِينَ
Di gava suxtan ji bona (Îsa ra aha) gotine: “Îsayê kurê Meryemê! Gelo Xudayê te dikare, ku bi ser me da li ezmanan xewaneke (xwarinan) bihênirîne?” (Îsa ji wan ra aha pisyar daye) gotîye: “Heke hûn bawer dikin, hûn yezdanparizî bikin (ji van gotin û kirinan dest berdin).”
قَالُوا نُرِيدُ أَنْ نَأْكُلَ مِنْهَا وَتَطْمَئِنَّ قُلُوبُنَا وَنَعْلَمَ أَنْ قَدْ صَدَقْتَنَا وَنَكُونَ عَلَيْهَا مِنَ الشَّاهِدِينَ
Ewan (suxtan aha) gotine: “Em divên, ku em ji wê (xewanê) xwurekan bixun ji bo ku dilê me hêsanî be û em bizanin, ku tu bi rastî ji bona me ra rastîyê dibêjî, û em jî li ser wan bibne şahid.”
قَالَ عِيسَى ابْنُ مَرْيَمَ اللَّهُمَّ رَبَّنَا أَنْزِلْ عَلَيْنَا مَائِدَةً مِنَ السَّمَاءِ تَكُونُ لَنَا عِيدًا لِأَوَّلِنَا وَآخِرِنَا وَآيَةً مِنْكَ ۖ وَارْزُقْنَا وَأَنْتَ خَيْرُ الرَّازِقِينَ
Îsayê kûrê Meryemê jî (bi lavatî aha) gotîye: “Xudayê me! Tu li ezmanan bi ser me da xewaneke (xwarinan) bihênirîne, ji bo ku ewa (xewana) ji bona me û ji bona wanê pêşrewan û paşrewanê me ra bibe cejnekî û derheozeke ji te be. Û tu (ewan xurekan) bi me bide sixurandinê. Şixwa tu bi xweber jî çêtirê sixurandokanî.”
قَالَ اللَّهُ إِنِّي مُنَزِّلُهَا عَلَيْكُمْ ۖ فَمَنْ يَكْفُرْ بَعْدُ مِنْكُمْ فَإِنِّي أُعَذِّبُهُ عَذَابًا لَا أُعَذِّبُهُ أَحَدًا مِنَ الْعَالَمِينَ
Yezdan jî (aha) gotîye: “Bi rastî ezê ewê (xewanê) bi ser we da bihênirînim. Îdî kîjan ji we ji piştî hinartina (xewanê) bibe file, ezê ewî bi şapateke wusa şapat bikim, ku ez wekî wî di gerdûnê da, tu kesekî şapat nakim.”

Choose other languages: