Quran Apps in many lanuages:

Surah Al-Maeda Ayah #3 Translated in Kurdish

حُرِّمَتْ عَلَيْكُمُ الْمَيْتَةُ وَالدَّمُ وَلَحْمُ الْخِنْزِيرِ وَمَا أُهِلَّ لِغَيْرِ اللَّهِ بِهِ وَالْمُنْخَنِقَةُ وَالْمَوْقُوذَةُ وَالْمُتَرَدِّيَةُ وَالنَّطِيحَةُ وَمَا أَكَلَ السَّبُعُ إِلَّا مَا ذَكَّيْتُمْ وَمَا ذُبِحَ عَلَى النُّصُبِ وَأَنْ تَسْتَقْسِمُوا بِالْأَزْلَامِ ۚ ذَٰلِكُمْ فِسْقٌ ۗ الْيَوْمَ يَئِسَ الَّذِينَ كَفَرُوا مِنْ دِينِكُمْ فَلَا تَخْشَوْهُمْ وَاخْشَوْنِ ۚ الْيَوْمَ أَكْمَلْتُ لَكُمْ دِينَكُمْ وَأَتْمَمْتُ عَلَيْكُمْ نِعْمَتِي وَرَضِيتُ لَكُمُ الْإِسْلَامَ دِينًا ۚ فَمَنِ اضْطُرَّ فِي مَخْمَصَةٍ غَيْرَ مُتَجَانِفٍ لِإِثْمٍ ۙ فَإِنَّ اللَّهَ غَفُورٌ رَحِيمٌ
(Goştê) miraran û xwîn û goştê berazan û (goştê) wê tarişa, ku ji bona navê wan tiştên; ji pêştirê navê Yezdan ra hatina (jê kirine) û (goştê) wê (tarişa) hatîye fetisandinê û (goşte) wê tarişa, bi dar, ya jî bi tiştekî mayî hatîye kuştinê û (goşte) wê tarişa, ku ketîye mirîye û (goştê) wan tarişên, ku tarişên mayî li wan xistîye mirîye û (goştê) wê tarişa, ku cenaweran xaribe, ji pêştirê heke hûn bigehijên wan, ewan bi can bin, hûn jî serê wan jê kin û (goştê) wê tarişa, ku li ser (kevirên çikandi) têne jê kirinê (wekî pût û dar û kevirên berate) û (goştê) wan tarişên, ku ji bona fal avêtin û xumarê têne jê kirinê, hemûşk ji bona we ra ne durist bûye. Evan hemûşk jî derketina ji rêya rast e. Îdî di îro da ewanê file, ji bo ku we ji ola we derxin, bê hêvî bûne (ewan nikarin we ji ola we derxin). Îdî hûn ji wan filan netirsin û hûn ji min bitirsin. Di îro da min ji bona we ra, ola we pêk anîye (kêmaya wî nemaye). Û min ewan qencên xwe ji bona we ra paşî anî û min ji bona we ra ola bi nav (islam) bi olîtî lite kirîye. Îdî kîjan meriv heke ji birçîya bikeve tengasîyê, heke ji bona gonehkarîyê nexwe dikare (ji goştê van tarişên borî wekî xwarineke nejî û nemir bixwe). Bi rastî îdî Yezdan baxişkarê dilovîn e

Choose other languages: