Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Translated in Kurdish

يَا أَيُّهَا النَّاسُ اتَّقُوا رَبَّكُمُ الَّذِي خَلَقَكُمْ مِنْ نَفْسٍ وَاحِدَةٍ وَخَلَقَ مِنْهَا زَوْجَهَا وَبَثَّ مِنْهُمَا رِجَالًا كَثِيرًا وَنِسَاءً ۚ وَاتَّقُوا اللَّهَ الَّذِي تَسَاءَلُونَ بِهِ وَالْأَرْحَامَ ۚ إِنَّ اللَّهَ كَانَ عَلَيْكُمْ رَقِيبًا
Gelî kesan! Hûn parisaya wî Xudayî xweyî ku ewî hûn ji canekî bi tenê aferandine, bikin. (Ewî Xudayê ji wî canî) zoya wî jî afirandiye û ji wan herdukan pir mêr û jin zayandîye. Û hûn parisaya wî Yezdanê ku hûn li ser navê wî tiştan ji hev dixazin (û hûn bi fermana wî) bendê pismamîyê di nava hev da napezirinin, bikin. Bi rastî Yezdan li ser we da dîdevan e
وَآتُوا الْيَتَامَىٰ أَمْوَالَهُمْ ۖ وَلَا تَتَبَدَّلُوا الْخَبِيثَ بِالطَّيِّبِ ۖ وَلَا تَأْكُلُوا أَمْوَالَهُمْ إِلَىٰ أَمْوَالِكُمْ ۚ إِنَّهُ كَانَ حُوبًا كَبِيرًا
Û hûn malê sêwîyan ji bona wan ra bidin û hûn (ji malê wan sêwîyan) ewareyê xwe, di şûna qencê wan da neguhurin. Û hûn malê wan di nava malê xwe da nexun. Bi rastî ewa gonehekî mezin e
وَإِنْ خِفْتُمْ أَلَّا تُقْسِطُوا فِي الْيَتَامَىٰ فَانْكِحُوا مَا طَابَ لَكُمْ مِنَ النِّسَاءِ مَثْنَىٰ وَثُلَاثَ وَرُبَاعَ ۖ فَإِنْ خِفْتُمْ أَلَّا تَعْدِلُوا فَوَاحِدَةً أَوْ مَا مَلَكَتْ أَيْمَانُكُمْ ۚ ذَٰلِكَ أَدْنَىٰ أَلَّا تَعُولُوا
Û heke hûn tirsîyan (ku hûn heke bi wan keçên sêwî ne, hûn serkarya wan dikin kevîn bibin) hûn di mafê wan da dadvanî nakin (îdî hûn bi wan ra kevîn nebin). Lê hûn bi wan jinên xweşa we diçin, ji bona we ra tîtal in bi wan ra kevîn bibin; du libî û sê libî û çar libî (kevîn bibin). Heke hûn tirsyan, ku hûn (di nava wan da) dadvanî nakin, îdî hûn bi yek jineke bi tenê ra kevîn bibin, ya ji hûn bi wan qerewaşên bendenê xweyên, ku îdî ewan bi bendetî ketine destê we, kevîn bibin. Ji bo ku hûn ji rêya rast dernekebin, eva kevînbûna we bi vî awayî ji bona we ra çêtir e
وَآتُوا النِّسَاءَ صَدُقَاتِهِنَّ نِحْلَةً ۚ فَإِنْ طِبْنَ لَكُمْ عَنْ شَيْءٍ مِنْهُ نَفْسًا فَكُلُوهُ هَنِيئًا مَرِيئًا
Û hûn mara jinan bi xwaşî bidine wan. Heke ewan jinan ji wê mara xwe, bi xweşî ji ber xwe da ji bona we ra bibaxişînin, îdî hûn ewê mara baxişandî bi givirî bixun
وَلَا تُؤْتُوا السُّفَهَاءَ أَمْوَالَكُمُ الَّتِي جَعَلَ اللَّهُ لَكُمْ قِيَامًا وَارْزُقُوهُمْ فِيهَا وَاكْسُوهُمْ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا
Û hûn ewê malê xweyê, ku Yezdan sixurandina wê daye destê we, nedin efsanan. Hûn (bi kara) wê malî ewan efsanan bi xarin û vexarin xweyî bikin û hûn kincan li wan bikin û hûn ji bona wan ra mijûlinên qencî bejin
وَابْتَلُوا الْيَتَامَىٰ حَتَّىٰ إِذَا بَلَغُوا النِّكَاحَ فَإِنْ آنَسْتُمْ مِنْهُمْ رُشْدًا فَادْفَعُوا إِلَيْهِمْ أَمْوَالَهُمْ ۖ وَلَا تَأْكُلُوهَا إِسْرَافًا وَبِدَارًا أَنْ يَكْبَرُوا ۚ وَمَنْ كَانَ غَنِيًّا فَلْيَسْتَعْفِفْ ۖ وَمَنْ كَانَ فَقِيرًا فَلْيَأْكُلْ بِالْمَعْرُوفِ ۚ فَإِذَا دَفَعْتُمْ إِلَيْهِمْ أَمْوَالَهُمْ فَأَشْهِدُوا عَلَيْهِمْ ۚ وَكَفَىٰ بِاللَّهِ حَسِيبًا
Û hûn sêwîyan, ka ku gihîştine dane kavînbûnê. Ya hêj negihîştine, biceribînin. Îdî heke we, di wê gavê da ji wan "gihijtin" goman kir, hûn heman malê wan ji wan ra bidin. Hûn malê wan ji tirsa wê, ewanê mezin bin, wê malê xwe ji me bistînin. Heman bi lez, bi dest belavî nexun. Û kîjan (serkar) zengîn be, îdî bila ewa di malê wan da tu sixurandinê neke. Û kîjan (serkar) xezan be, îdî bila ji wî malî wekî xûyê waletê ku têda dijî, bixwe. Îdî di gava we malê wan sêwîyan dane wan hûn ji bona, ku we malê wan sêwîyan daye wan, şahidan bigirin. Şixwa (ka we malê wan sêwîyan bi hemûtî daye yan jî ne daye) Yezdan ji bona hêjmara we, bi malê wan sêwîyan bes e
لِلرِّجَالِ نَصِيبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْأَقْرَبُونَ وَلِلنِّسَاءِ نَصِيبٌ مِمَّا تَرَكَ الْوَالِدَانِ وَالْأَقْرَبُونَ مِمَّا قَلَّ مِنْهُ أَوْ كَثُرَ ۚ نَصِيبًا مَفْرُوضًا
Ji bona mêran ra ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Û ji bona jinan ra jî ji wî malê, ku da û bav û pismamên wan li pey xwe da bi mîratî dihêlin, par hene. Eva (para hanê) hindik û piraya wê, parek e hijmarî (û) bi vê nevê ye
وَإِذَا حَضَرَ الْقِسْمَةَ أُولُو الْقُرْبَىٰ وَالْيَتَامَىٰ وَالْمَسَاكِينُ فَارْزُقُوهُمْ مِنْهُ وَقُولُوا لَهُمْ قَوْلًا مَعْرُوفًا
Di gava parkirina mîratê da heke (ji pêştirê mîratxwaran) lêzimên mayî û sêwî û xezan, amade ye parkirinê bûn, îdî hûn ji wê mîratê ji bona van ra jî (bidin) bi wan bidine xwarinê û hûn ji bona wan ra mijûlînên qenc bêjin
وَلْيَخْشَ الَّذِينَ لَوْ تَرَكُوا مِنْ خَلْفِهِمْ ذُرِّيَّةً ضِعَافًا خَافُوا عَلَيْهِمْ فَلْيَتَّقُوا اللَّهَ وَلْيَقُولُوا قَوْلًا سَدِيدًا
Û ewanê, ku ditirsin heke li pey xwe da ûrtên bêwec bihêlin, wê li wê ûrta wan cewrê bê kirinê; (mafê wîyê wunda bibe) bira (ji mafê sêwîyan bitirse, destê xwe nede malê wan). Îdî bira ewan Yezdan parizî bikin û bira ewan gotinê rast (ji bona sêwîyan ra) bêjin (ça ewan ji bona zarên xwe ra dibêjin)
إِنَّ الَّذِينَ يَأْكُلُونَ أَمْوَالَ الْيَتَامَىٰ ظُلْمًا إِنَّمَا يَأْكُلُونَ فِي بُطُونِهِمْ نَارًا ۖ وَسَيَصْلَوْنَ سَعِيرًا
Bi rastî ewanê ku malê sêwîyan bi cewrê dixun, hene! Ewanan hey zikê xwe tijî agir dikin. Şixwa ewananê di nêzîk da li bal doja hilopîtik da bêne kişandinê
Load More