Quran Apps in many lanuages:

Surah An-Nisa Ayahs #144 Translated in Kurdish

وَقَدْ نَزَّلَ عَلَيْكُمْ فِي الْكِتَابِ أَنْ إِذَا سَمِعْتُمْ آيَاتِ اللَّهِ يُكْفَرُ بِهَا وَيُسْتَهْزَأُ بِهَا فَلَا تَقْعُدُوا مَعَهُمْ حَتَّىٰ يَخُوضُوا فِي حَدِيثٍ غَيْرِهِ ۚ إِنَّكُمْ إِذًا مِثْلُهُمْ ۗ إِنَّ اللَّهَ جَامِعُ الْمُنَافِقِينَ وَالْكَافِرِينَ فِي جَهَنَّمَ جَمِيعًا
Û bi sond! (Yezdan) di pirtûkê da li ser we da hinartibû, gava we bihîst ku ewan (durûyan) bi beratên Yezdan dibine file, ya jî bi wan beratan tinazan dikin, heya ewan (durûyan) noqê mijûlîyên mayî nebin, hûn bi wan ra rûnenên, Heke hûn di wê gavê da bi wan ra rûnên, hûn jî îdî dibine wekî wan. Bi rastî Yezdan durû û filan bi hev ra di dojê da dicivîne
الَّذِينَ يَتَرَبَّصُونَ بِكُمْ فَإِنْ كَانَ لَكُمْ فَتْحٌ مِنَ اللَّهِ قَالُوا أَلَمْ نَكُنْ مَعَكُمْ وَإِنْ كَانَ لِلْكَافِرِينَ نَصِيبٌ قَالُوا أَلَمْ نَسْتَحْوِذْ عَلَيْكُمْ وَنَمْنَعْكُمْ مِنَ الْمُؤْمِنِينَ ۚ فَاللَّهُ يَحْكُمُ بَيْنَكُمْ يَوْمَ الْقِيَامَةِ ۗ وَلَنْ يَجْعَلَ اللَّهُ لِلْكَافِرِينَ عَلَى الْمُؤْمِنِينَ سَبِيلًا
Ewan (durûyan) dîdarya temtêla we dikin. Îdî heke ji bona we ra ji Yezdan ferestîyek hatibe (aha) gotine: “Ma qey em jî bi we ra ne bûn?” Û heke (di qirînê da) ji bona filan ra parek hebe; (ewan filan di qirînê da serfiraz bibin) ji bona filan ra jî (aha) gotine: “Ma qay me di dizîka da arîkarya we ne dikir? Û me hûn ji bawerkaran ne didane parizandine? (Di van her du kirinê xwe da jî ewan durûyan divên, ji we her du destan jî ku pareke ji şorê ji xwe ra hildin). Îdî bi rastî Yezdanê di roya rabûna hemû da, berewenîya di nîveka we da bike. Bi rastî Yezdan ji bona filan ra tu rêya servahatîyên wan, li ser bawergeran çê nake
إِنَّ الْمُنَافِقِينَ يُخَادِعُونَ اللَّهَ وَهُوَ خَادِعُهُمْ وَإِذَا قَامُوا إِلَى الصَّلَاةِ قَامُوا كُسَالَىٰ يُرَاءُونَ النَّاسَ وَلَا يَذْكُرُونَ اللَّهَ إِلَّا قَلِيلًا
Bi rastî durû (divên) ku Yezdan bixapînin û Yezdan bi xweber jî; ka xapandin çî ye, wê bide nîşanê wan. Û di gava (ewan durûyan ji bona) nimêjjkirinê radibin, ewan bi sistayî rabûne (nimej kirine). Ewan (nimêja xwe) ji bona ku meriv bejin: “(evan nimêj dikin)” loma dikin. Ewan Yezdan hey bi hindik bîra xwe tînin
مُذَبْذَبِينَ بَيْنَ ذَٰلِكَ لَا إِلَىٰ هَٰؤُلَاءِ وَلَا إِلَىٰ هَٰؤُلَاءِ ۚ وَمَنْ يُضْلِلِ اللَّهُ فَلَنْ تَجِدَ لَهُ سَبِيلًا
Ewanan (di nava bawergeran û filan da mane) ne ji (bawergeran in) û ne jî ji (filan in). Û bi rastî Yezdan kîjan merivî ji rêya rast derxe, îdî tu ji bona wî ra raste tu rêyan nayê
يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آمَنُوا لَا تَتَّخِذُوا الْكَافِرِينَ أَوْلِيَاءَ مِنْ دُونِ الْمُؤْمِنِينَ ۚ أَتُرِيدُونَ أَنْ تَجْعَلُوا لِلَّهِ عَلَيْكُمْ سُلْطَانًا مُبِينًا
Gelî ewanê ku we bawer kirîye! hûn ji xêncî wanê bawer kirine, filan ji xwe ra serkar negirin. Qey hûn divên ku hûn ji bona Yezdan ra li ser xwe da, beratên bi hêz bidin, (ku Yezdan jî we bi wan beratên bi hêzên ber çavî şapat bike)

Choose other languages: