Quran Apps in many lanuages:

Surah Ar-Rum Translated in Kurdish

الم
M. (Arşa van tîpên ji hevçûî her Yezdan dizane)
غُلِبَتِ الرُّومُ
(Komalê) Rûmê (di hemberê îranîyan da) sernugûn bûn
فِي أَدْنَى الْأَرْضِ وَهُمْ مِنْ بَعْدِ غَلَبِهِمْ سَيَغْلِبُونَ
Di zemînê nêzîkê (ereban da) ewan (rûmîyan) wê ji piştê sernugûnîya xwe, di nêzîk da serva werin
فِي بِضْعِ سِنِينَ ۗ لِلَّهِ الْأَمْرُ مِنْ قَبْلُ وَمِنْ بَعْدُ ۚ وَيَوْمَئِذٍ يَفْرَحُ الْمُؤْمِنُونَ
Ewa (servahatina wan, di van) çend salê (para da tên wê bibe). Ferman; di pêş û paş da jî hey ji bona Yezdan ra ne. Di wê roya (servahatina rûmîyan) we bawerkerê şa bibin
بِنَصْرِ اللَّهِ ۚ يَنْصُرُ مَنْ يَشَاءُ ۖ وَهُوَ الْعَزِيزُ الرَّحِيمُ
(Bawerker) bi arîkirina Yezdan (şa dibin). Yezdan (ji bo) kîjanî ra bivê, arîkarya wî dike. Şixwa Yezdan bi xweber jî servahatê dilovîn e
وَعْدَ اللَّهِ ۖ لَا يُخْلِفُ اللَّهُ وَعْدَهُ وَلَٰكِنَّ أَكْثَرَ النَّاسِ لَا يَعْلَمُونَ
(Eva servahatina rûmîyan) peymana Yezdan e. Yezdan ji peymana xwe para nakebe, Û lê pirê kesan bi vî nizanin
يَعْلَمُونَ ظَاهِرًا مِنَ الْحَيَاةِ الدُّنْيَا وَهُمْ عَنِ الْآخِرَةِ هُمْ غَافِلُونَ
(Meriv) ji cîhanê hey jîna xwûyaî dizanin. Ewan bi xweber jî ji (jîna) para da bê guman in
أَوَلَمْ يَتَفَكَّرُوا فِي أَنْفُسِهِمْ ۗ مَا خَلَقَ اللَّهُ السَّمَاوَاتِ وَالْأَرْضَ وَمَا بَيْنَهُمَا إِلَّا بِالْحَقِّ وَأَجَلٍ مُسَمًّى ۗ وَإِنَّ كَثِيرًا مِنَ النَّاسِ بِلِقَاءِ رَبِّهِمْ لَكَافِرُونَ
Ma qey ewan di nava xwe da raman nakin, ku Yezdan ezman û zemîn û çi tiştê di nava wan herdukan da heyî, hey bi mafî afirandîye û (ji bona hebûna wan jî) danekî navdaî gerandîye? Lê pirê ji kesan (di danê para da) bi rast hatina Xudayê xwe bawer nakin
أَوَلَمْ يَسِيرُوا فِي الْأَرْضِ فَيَنْظُرُوا كَيْفَ كَانَ عَاقِبَةُ الَّذِينَ مِنْ قَبْلِهِمْ ۚ كَانُوا أَشَدَّ مِنْهُمْ قُوَّةً وَأَثَارُوا الْأَرْضَ وَعَمَرُوهَا أَكْثَرَ مِمَّا عَمَرُوهَا وَجَاءَتْهُمْ رُسُلُهُمْ بِالْبَيِّنَاتِ ۖ فَمَا كَانَ اللَّهُ لِيَظْلِمَهُمْ وَلَٰكِنْ كَانُوا أَنْفُسَهُمْ يَظْلِمُونَ
Ma qey ewan di zemîn da nagerin, ku mêze bikin ka encama wanê berya wan da borî ça bûye? (Ewanê berya wan da hebûne) hêj ji wanê naha bi hêztir bûne. Loma ewan di zemîn da (cuhê avan û karxaneyên madenan bi vekirî ava kirine û zevî çandine û dar çikandine) û xênîyî ji van çêtir ava kiribûne. Saîyên wan jî bi beratên hizwartî va hatibûne bal wan (ewan jî wekî wê bi gotina wan saîyan ne dikiribûne. Yezdan ji bona wan ra şapat daye). Îdî Yezdan li wan cewr ne kirîye, lê ewan bi xweber li xwe cewr kirine
ثُمَّ كَانَ عَاقِبَةَ الَّذِينَ أَسَاءُوا السُّوأَىٰ أَنْ كَذَّبُوا بِآيَاتِ اللَّهِ وَكَانُوا بِهَا يَسْتَهْزِئُونَ
Paşê ewanê sîkatî kirine hene! Bi sedema ku ewan beratên Yezdan dida- ne derewdêrandinê û bi wan beratan tinaz dikiribûne, şûna wan sikê şûnan e
Load More