Quran Apps in many lanuages:

Surah Hud Ayahs #97 Translated in Kurdish

وَيَا قَوْمِ اعْمَلُوا عَلَىٰ مَكَانَتِكُمْ إِنِّي عَامِلٌ ۖ سَوْفَ تَعْلَمُونَ مَنْ يَأْتِيهِ عَذَابٌ يُخْزِيهِ وَمَنْ هُوَ كَاذِبٌ ۖ وَارْتَقِبُوا إِنِّي مَعَكُمْ رَقِيبٌ
Gelê min! (qe tiştek nabe!) hûn di şûna xwe da çi dikarin, ewî bikin, bi rastî ezê jî (pêşê xwe) bikim. Hûnê bizanin ka ji bona kêra şapata riswabûnî tê û ka kîjan derewan dikin. Hûn temaşe bikin, bi rastî ez jî bi we ra temaşe dikim.”
وَلَمَّا جَاءَ أَمْرُنَا نَجَّيْنَا شُعَيْبًا وَالَّذِينَ آمَنُوا مَعَهُ بِرَحْمَةٍ مِنَّا وَأَخَذَتِ الَّذِينَ ظَلَمُوا الصَّيْحَةُ فَأَصْبَحُوا فِي دِيَارِهِمْ جَاثِمِينَ
Û di gava fermana me (bi şapatdana wan) hatîye, îdî me Şu’eyb û ewanê ku bi wî ra bawer kirine hene! Bi dilovanîyeke ji xwe (ji wê şapatê) fereste kir. Ewanê cewr kiribûne hene! (ewî dengê şapatê) bi wan girtibû, ewan (di xanîyên) xwe da li ser çokan bê can mabûne
كَأَنْ لَمْ يَغْنَوْا فِيهَا ۗ أَلَا بُعْدًا لِمَدْيَنَ كَمَا بَعِدَتْ ثَمُودُ
(Wusa dêriz bn) te digo qey ewan qe di wan xanîyan da ne jîne. Bi zanîn hişyar bin! Ça komalê Semûd (bi şapatan) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne) wusa jî (komalê ku li bajarê Medyenê rûdiniştin) dûrê (dilovanîya Yezdan bûne)
وَلَقَدْ أَرْسَلْنَا مُوسَىٰ بِآيَاتِنَا وَسُلْطَانٍ مُبِينٍ
Bi sond! Me Mûsa bi beratên bi hêzên xûyayî va şandîye
إِلَىٰ فِرْعَوْنَ وَمَلَئِهِ فَاتَّبَعُوا أَمْرَ فِرْعَوْنَ ۖ وَمَا أَمْرُ فِرْعَوْنَ بِرَشِيدٍ
Li bal Fir’ewn û koma wî da, îdî ewa (koma wî) bûne peyrewê fermanên Fir’ewn û fermanê Fir’ewn bi xweber jî xuzan û rêber ne bûne

Choose other languages: